Avesta - Çiq u Kevok - Video
PUBLISHED:  Mar 24, 2016
DESCRIPTION:
Helbest – cegerxwîn
Mûzîk - Azad Kasaç

peyvê strana ÇİQ U KEVOK

Cihan bûye zivistan Rê û biwar rawestan
Berf û baran û bahoz Hawîr bûye terpetoz
Çûk nikarin derkevin Teba nema dilivin
Rê winda kir çîqê resh Di wê roja pir nexwesh
Cihan li ber tarî bû Ew nizanî diçî kû
Bi bez diçî, dil bi kul Per û terî hemî shil

Ji ber serma Sibatê Xwe avête ber latê
Pir tarîye, bû dereng Di shikeftek resh û teng
Çîqê reshê pir bi rû Xwe avête hindirû
Ket hêlîna kevokê Xwe berdaye ser çokê
- Kevokê kir qire-qir Pepû, ji ku hatî vir ?

Ba, bahoz tên bi gij-gijCihan tevde bûye mij
Ez hatime mala te Xwe daye ber pala te
Ej î wekî te teba Gerek bêjî: merheba
Van çend rojan Sibate Tim namênim li ba te
Ezê herim mala xwe Bighêm cem hevala xwe

Lê kevokê bı xeyd go Na heyra, na, de o, to
Îshev raze, sibê zû Here bêka diçî kû ?
Ez bi tenê jina bî Hêlîn tenge, nîne cî
Nêr hemî dest dirêjin Xelkê siba çi bêjin ?
Dost û mirov û neyar Wê bê: bûne dost û yar
Ne wek hevin per û post Em nikarin bibin dost

Oh, de çine evên nêr ? Li ser me xwe dikin shêr
Heçî mêrin tolazin Li pey jinan dibazin
Ev shikefta me wek dêr Ez paqijim weke zêr
Gotin çend gotinên tewsh Bi herdiwan xwesh bû rewsh
Çîqê reshê bê fedî Ji nû riya xwe tê dî
Perên xwe berdane ser Wî kishandin çend keser

Go: shêrînî, kevokî Xuyadikî zarokî
Ev cihana pir mezin Ne serî û nejî bin
Mishte ji evîn û jîn Hebûn çiye, bê evîn ?
Jin çiye ko nebî mêr, Ko xerc ne bî çiye zêr ?
Bi we pir xwesh bibî jîn Tijî bibin ji evîn
Ejî nêrim, tijî mê Serma me kusht bi germê

Emê hevdî kedîkin Çêlîkên xwe xwedî kin
Ew kevoka jinebî Zû fireh kir jêre cî
Çeng û per lê shikestin Herdû bi hevre mestin
Kete nav lingan terî Dibin çavan lê nêrî
Pê xwesh bûye gelek jîn Dil dagirtî ji evîn
Cihan pir pê bûye xwesh Xwe siparde çîqê resh

Pishtî ko roj çû ava Ew bûne bûk û zava
Çîq û kevok bûne cot Wek destûra xwedê got
Geh bi roj û geh bi shev Dane hevdî lêv û dev
Ji nishka ve dîn rokê Qolinc hatin kevokê
Hêkên wê ku bûne hesht Ji nû li ser wa rûnisht
Bi ser wan de bû pisîk Heta ko bûne çêlîk

Lê dî ko reshin wek çîq Ji nû kire shîqe-shîq
Kire gazi go: hewar ! Firi jor u hate xwar
Kire qir u shiqe-shiq Xwe avête riwê çiq
Çîq serê jêre danî Kevok dîsa çu banî
Dîsa bi hêrz hate xwar Reben, ji ber qare-qar
Çend êrîsh anîne ser Li wê navê xwesh bu sher

Çîq jêre go: diya min, Çiye kêmasîya min ?
Go: ev çiqê resh u pis Te wêran kir li min lîs
Ez paqij bûm weke zêr Te ji banî anim jêr
Min nav nanibûn ser xwe De wer rêkê jê derxe
Ezê çi bêjim xelkê ? Wê nebêjin: te ji kê

Ko, tu hatî mala min Xwe avête tala min
Bi vi serê tey mezin Ez jitere nabim jin
Çîqê qurpiz go: tifî Bê li bextê jina bî
Ma kes karî li dinê, Bi zor bazdî ser jinê ?
Bi te ez bûbûm shekir Îro dibêjî: siktir !

- Ez kevokim per sipî Keç bim yan jî jinebî
Ez paqij bûm weke zêr Ez neghame kesê nêr
Ji bazî re nego: fîq Çawa bibim jina çîq ?
Bixwe ket û kir hewar Çêlîk tev avêtin xwar
Ji nû rabûn hêrzên çîq Bi ser de kir shîqe-shîq
Êrîsh birê bi nikil Lê pir kirin xem û kul

Bi xeyd ji kevokê re got: Te hinavê mi tev sot
şaşka mela û keşe Yek sipîye, yek reshe
Lê herdû jî olperest Xwedî destûr, xwedî rist
Kevokê go: bese, bes ! Shikeft li min bû qefes
Dev ji felsefê berde Te naxwaz im mi bedre
Çîq go: kevoka sipî Evin weynê jinên bî


Go: bi serê tey mezin Ez ji te re nabim jin
Jehrê têxim vî dilî Ezê li te kim gilî
Herdû firîn çûn ezman Çun dîwana Suleyman
Çîrok li civatê got Dilê tevan kir bizot
Lê wezîrê wî yê kurd Go: ey shah û Yezdîgurd !
Bere herdû bifirin Emê li wan binerin

Ka raste herdû wek hev Raste ro jî weke shev
Herdû rabûn xwesh firîn Li ezmana xwesh gerîn
Çîqresh dema hate xwar Xwe avête ber dîwar
Lê kevok hat ji ezman Çû ser destê Suleyman
Wezîr gotê: ezbenî, Ezê bêjim, ne kenî :
Herdû ne babetên hev Ro jî nabî wekî şev

Çîqê reshê kesnedî Ne wek kevoka kedî
Ev kevoka dilovan Tê ser destê Suleyman
Nej bo resh û sipîtî Ji bo hovî, kedîtî
Jêre navê xeberdan Kevok jê hate berdan
Ji civatê re go: mîr, Ev wezîrê mi pir jîr
Go: bi serê bavê min Hew tu jêre dibe jın

#cegerxwin #jinhenejınkokhene



RUPELÊN MEYE CİVAKÎ

https://open.spotify.com/artist/3P9HL
...

https://twitter.com/avesta_official?s=09


https://www.facebook.com/grpawesta/?r
...

https://www.instagram.com/avesta_offi
...
follow us on Twitter      Contact      Privacy Policy      Terms of Service
Copyright © BANDMINE // All Right Reserved
Return to top