gOhDaR

Location:
De
Type:
Artist / Band / Musician
Genre:
Rap
Gohdar di sala 1986ê de li Berlînê çêbûye. Bavê wî ji Midyat/Mizizah e û diya wî ji Tirbesipiyê/Surî ye. Gohdar ligel dê, bav, xuşk û birayê xwe li Berlînê dijî, lê carê serdana welatê xwe Kurdistanê jî dike.
Gohdar çardeh salî bû dema cara pêşî peywendiya wî bi bi hîp-hopê re çêbû û ew ji hingî ve xwe mijûlî hîp-hopê dike û herroj tenê li muzîka rap guhdar dike.
Dema ew bû hifdeh salî Gohdar biryar da ku bixwe gotinên stranan binivîsîne, bi taybetî jî gotinên li ser Kurdan û êşa wan. Ta wê demê wî tikes nas nedikir, ku bi zimanê elmanî stran û rapên li ser Kurdan pêşkêş dikir. Wî gelek gotin nivîsandin û dema bû 18-salî wî dest pê kir ku li malê stranên xwe tomar bike.
Ji ber stranên Gohdar gelekî bi dilê dost û hevalên wî bûn, wî biryar da ku ew di vî warî de berdewam bike. Piştî du salan ji nivîsandina gotinên bi elmanî, wî biryar da ku bide ser rêyeke nû û hewil da ku bi zimanê xwe yê dayikê gotinên stranan binivîsîne û rap bike. Teknîk û stîla wî her ku diçû, baştir dibin.
Çavên xwe vekin û hayê we ji Gohdar hebe, çimkî hûnê di dema bê de teqez tiştine nû bibhîsin. Hûn dikarin di malpera wî de li stranên wî yên teze guhdar bikin:
www.myspace.com/delgohdar
0.02 follow us on Twitter      Contact      Privacy Policy      Terms of Service
Copyright © BANDMINE // All Right Reserved
Return to top